1. nivîskarên ku xweranegir in, bêtehemûl û bêtolerans in.. zirz û serhişk û cirnexweş in.. bi piranî alÎgir û sempatîzanên pkkê ne lê di nav wan de yên ji ber rexneyên tund û tûj yên li ser kesayetên din yên siyaseta kurd jî dev ji tirşikê berdayîn hene.. kurdên îslamî heta êvarî behsa xweşbînî û mûsamaha û xweragiriya li hemberî fikr û baweriyên din û yên din dikin û dîsa kurdên çep û sosyalîst heta evarî behsa demokrasÎ û serbestiya fikrî û serbestiya xwederbirînê ya kesên din dikin lê dema guh bi dengeke muxalîf dikevin tavilê mehdê xwe tirş û tehl dikin û şûrê xwe yê jinavbirin û tunekirinê serberjor dikin.. û tekane argûmanta van camêr û canikan jî berdêl e.. çi gava dengekî muxalîf seh bikin tavilê xwe dispêrin vê çeper û kozika pÎroz.. neyse ez meseleyê dirêj nekim di nav kurdan de kêm platformên ku wekê tirşikê heçî kesê bivê dikare bihêsanî û biserbestî ya dilê xwe der bike û bêje hene, lê nizanim ne ji ber tunebûne elim û edeteka bi vî rengî an bi rastî jî di kodên me yên genetîk de bêtehemûlî û xweranegerî heye, hebûna tirşike di çavên camêrinan re diçe û hem xwe jê dûr vedidin û hem jî bi hirde û wêde propagandaya reşkirina tirşikê dikin.. |
|
03.12.2013 03:55 |
endazer
|
2. nivîskarên an ji kurdên hevîdarin ku hemû kes weke wan bifikirê û bijî.Lê mixabin ew heyama zordestîya vê zihnîyeta reş û tarî qedîya.kesên ku ji bo serbestîya fikrî ya di tirşikê de dev ji niviskariyê berdidin bila reya wan ji vê derê hetta esfelesafînê vekirî bê.* |
|
03.12.2013 16:31 |
karmatî
|
3. kesên ku rexneyan dikin û çarçoweya rexneyê jî ew bixwe diyar dikin ku mesele rexne be dibêjin rexne pirr baş e nîşana pêşveçûyînê ye lê sînorê camerine diyar dikin bi kurtasî ew dibêjin ew dipêjin mertala wan jî amade ye "berdêl"! |
|
03.12.2013 18:05 |
ferhenga şikestî
|
4. nivîskarên ku ji ber hebûna tirşikê şok derbas dikin, in. |
|
03.12.2013 18:32 |
simurg56
|
5. (bnr: dîno) |
|
19.02.2014 02:49 |
endazer
|
6. (bnr: nazim tolhildan) |
|
17.03.2014 00:48 |
endazer
|
7. nivîskarên ku ez bawer im, bi navên cuda û veşartî be jî, di nav me de hebûna xwe didomînin. |
|
19.03.2014 22:12 |
simurg56
|
8. (bnr: derewa azadiya fikirî ya ragihandinê) |
|
11.09.2015 00:33 |
dijber
|
9. dev jê berdana ez dikarim sond bixwim ku %200 tev ji rîyê endazer dane |
|
11.09.2015 00:42 ~00:43 |
shorbevan
|
10. Dema ez fikrê xwe dinivîsinim, qene ez xeber didim dê û bavê van. |
|
30.03.2020 14:36 |
dilreş
|
11. Erê welle ez tev li hevalê dilreş dibim. Hinek kes hedê xwe nizanin û ev yek jî dibe sedema sarbûna ji tirşikê. Divê rêveberî çareseriyê bibîne. Kesek ji min ra bigota dewar minê çêr bikira. |
|
30.03.2020 16:10 |
xabûrî
|
12. Divê em carnan rexneyan qebûl bikin û carnan jî gotinên hişk re jî rêz bigrin.Ev Tiştekî piçûk e , gotinên wisa carnan dibin. |
|
30.03.2020 18:18 |
brzn
|
13. (bnr: bila moderator endazer were guhertin) |
|
31.03.2020 11:10 |
bûtîmar
|
têkiliyên ensest [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |